• Wednesday, 04 February 2026
logo

Hikûmeta Amerîkayê hat girtin: Xizmetên federal rawestiyan

Gulan Media October 3, 2025 Nûçe
Hikûmeta Amerîkayê hat girtin: Xizmetên federal rawestiyan

 Ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera Demokrat û Komariyan a li ser budceya nû, Hikûmeta Federal a Amerîkayê hat girtin û shutdown hat îlankirin.

Di encamê de, xizmetên federal ên wekî tenduristî û parkên neteweyî hatin rawestandin û nêzîkî 750 hezar karmend bê meaş ji bo malên xwe hatin şandin.

Tê pêşbînîkirin ku ev girtin di hefteyekê de 15 mîlyar dolar zererê bide aboriya Amerîkayê.

Geştyar û welatî nerazî ne

Girtina hikûmetê bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya welatiyan û geştyaran dike.

Mûzexaneyên neteweyî û cihên dîrokî hatine girtin.

Geştyarek ku ji bo dîtina mala dîrokî ya serokê berê Theodore Roosevelt hatibû New Yorkê, nerazîbûna xwe anî zimên û got,"Ez gelek bêhêvî me, ji ber ku îro dema min hebû û ez bi hêvî bûm ku serdana wî cihî bikim ku Theodore lê mezin bûbû bi keça xwe Blake re bibînim."

Li New Yorkê, avahiya dîrokî ya "Federal Hall" ku wekî cihê jidayîkbûna yekem hikûmeta Amerîkayê tê naskirin jî hat girtin.

Welatiyeke New Yorkê jî xemgîniya xwe anî zimên û got,”Girtina hikûmetê cihê xemgîniyê ye. Girîng nîne ka sedem çi ye û kî berpirs e.

Ji ber ku ev yek bi sîgortaya (bîme) tenduristiyê ya xelkê û gelek babetên din ve girêdayî ye."

Sedem: Nakokiyên siyasî yên li ser budceyê ne

Roja çarşemê piştî ku li Kongreyê li ser pesendkirina budceya sala nû lihevkirin çênebû vê rewşê dest pê kir.

Pispor pêşbînî dikin ku ji ber dûrbûna nêrînên her du partiyan, ev girtin dê demeke dirêj bidome.

Demokrat, ji bo ku hikûmet ji nû ve vebe, vegerandina piştgiriyê ji bo xizmetên tenduristiyê wek şert datînin.

Parêzgara Eyaleta New Yorkê Kathy Hochulê jî ev rewş rexne kir û got,"Îro ji ber vê yekê aloziyek xistine nava jiyana bi milyonan malbatên vî welatê me yê mezin û her cihê kar ê di nav civakê de."

"Bandora aborî û metirsiya ji bo paşerojê"

Her çend shutdown bandorê li ser saziyên ewlehiyê yên wekî polîs nake jî lê metirsiyên wê yên aborî mezin in.

Tevî ku heta niha bandoreke mezin li ser bazarên wekî Wall Street çênebûye, pispor hişyariyê didin ku eger girtin dirêj bike, dibe ku bandorên wê li derveyî Amerîkayê jî werin hîskirin.

Girtina berê ya hikûmetê di sala 2018an de 35 rojan dewam kiribû û 11 mîlyar dolar zerer gihandibû aboriya Amerîkayê.

 

Rudaw

Top