Mesrûr Barzanî nameyeke sersaxiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2.010.2025, sersaxî ji malbata hunermend Silêman Şakir re xwast û got ku, ew hunermendekê welatparêz bû û gelek xizmeta hunera şêwekariyê kiriye.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên rêzdar ên hunermendê şêwekar ê navdar ê Kurdistanê Silêman Şakir re dixwazim û ez hevparê xema wan im.
Mamosta Silêman Şakir hunermendekê welatparêz bû, gelek xizmeta hunera şêwekarî kiriye û di vî warî de rolekê berçav hebû.
Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bi malbat û dost û hevalên wî bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
02ê Cotmeha 2025ê
