• Tuesday, 03 February 2026
logo

Karwanek mezin ji balafirên leşkerî yên Amerîkî ber bi Rojhilata Navîn ve birêketin

Gulan Media October 3, 2025 Nûçe
Karwanek mezin ji balafirên leşkerî yên Amerîkî ber bi Rojhilata Navîn ve birêketin

 Piştî hatina hejmarek ji balefirên şer ber bi Rojhilata Navîn ve, naha hin çavkaniyên çapemeniyê behsa hatina karwanekî din ên balefirên cureya KC-135 ên sotemenî helgir ango Stratotankerên Hêza Hewayî ya Amerîkî gihîştiye Rojhilata Navîn, ku yek ji mezintirîn tevgerên mehên dawî ye.

Li gorî kovara Newsweek, daneyên çavdêriya hewayî eşkere kirin ku balafir ji baregehên li dora Okyanûsa Atlantîk derketine û li Baregeha Hewayî ya Adid li Qeterê, baregeha Fermandariya Navendî ya Amerîkî, kom bûne.

Têkildarî vê mijarê, hesabên taybetî yên çavdêriya leşkerî li ser torê (X) bal kişandin ser vê tevgera ji nişka ve.

Sky News ragihand ku balafirên dagirtina sotemeniyê yên Amerîkî ber bi Rojhilata Navîn ve diçin, di nav de gelek balafirên ku ji bo Hêza Hewayî ya Amerîkî girîng in û ji bo piştgiriya hêzên çekdar û bombebaranê di operasyonên demdirêj de hewce ne.

Pispor dibêjin ku ev pêşveçûn pir dişibihe operasyonek wekhev ku berê pêk hat, berî ku Washington êrîşek hevbeş bi Îsraîlê re li ser tesîsên nukleerî yên Îranê bike.

Defense Index ragihand ku "Nêzîkî dehan KC-135 Stratotanker û balafirên din ên dagirtina sotemeniyê yên Hêza Hewayî ya Amerîkî ku di 48 demjimêrên borî de ji bo Ewropayê hatine veguhastin, niha ber bi Rojhilata Navîn ve diçin."

 

Basnews

Top