• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Omer Elî Şêx, ku bi navê Ebû Farûq dihat nasîn, peyamek sersaxiyê belav kir

Gulan Media October 3, 2025 Nûçe
Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Omer Elî Şêx, ku bi navê Ebû Farûq dihat nasîn, peyamek sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Omer Elî Şêx re xwest û got ku, Ebû Farûq jiyana xwe di rêya şoreş û têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê de feda kir.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve min nûçeya wexera dawiyê ya têkoşer û azadîxwazê Kurdistan û Iraqê û sekreterê yekê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Omer Elî Şêx, ku wekî Ebû Farûq navdar e, bihîst.

Ebû Farûq jiyana xwe ji bo şoreş û têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê terxan kir û hevsozê daxwazên rewa yên gelê Kurd bû.

Ez sersaxiyê ji hevjîna Ebû Farûq Xanim Pexşan Zengene, malbat, kesûkar û hevalên wî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî Ebû Farûq bi behişta berfireh şa bike sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.

Îna lîlah weîna îleyhî racîûn

 Mesûd Barzanî

2ê Cotmeha 2025ê

 

Basnews

Top