Mesrûr Barzanî: Ez kêfxweş im ku dibînim zêdetirî nîv milyon karmend û teqawidbûyî bi rêya projeya Hejmara Min, mûçeyên xwe bi awayekî dîjîtal werdigrin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê projeya “Hejmara Min” de peyamek belav kiriye û ragehandiye: “Ez kêfxweşim ku dibînim zêdetir ji nîv mîlyon fermanber û malnişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, niha mûçeyên xwe bi awayî dîjîtalî, bi rêya wan bankan ve werdigrin ku di projeya Hejmara Min de beşdarin.”
Îro çarşemê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê projeya Hejmara Min de peyamek belav kiryeye û ragehandiye: “Ez kêfxweşim ku dibînim zêdetir ji nîv mîlyon fermanber û malnişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, niha mûçeyên xwe bi awayî dîjîtalî, bi rêya wan bankan ve werdigrin ku di projeya Hejmara Min de beşdarin.”
Serokê Hikûmetê herwaha ragehandiye, ku “Piştî ragehandina projeya Hejmara Min a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di sala 2023ê heta niha, hejmara wan kesên ku hejmara wan a bankî li Kurdistanê heye, kêmtir ji %5 bo zêdetirî %15 zêde bûye.”
Herwaha tekezî li wê jî kiriye, ku projeya Hejmara Min, bank teşfîq kirine bo berfireh kirina xizmetguzariyên takekesî û zêdekirin beş û torên amûrên kêşana pere û baştir kirina xizmetguzariya kiryaran.”
Serokê Hikûmetê di peyama xwe de ragehandiye, pare danîna li bankên ku beşdarî projeya Hejmara Min bûne, berdewam ber bi zêdebûnê de ne, ku ji ber wê yekê, deynê takekesî û bazirganiyê tê dayîn.
Herwaha aşkera dike, “Heta niha, zêdetirî 3 milyar dolar mûçe bi rêya bankên beşdar hatine dayîn, bi vî awayî di sektora xizmetguzariyên darayî de karên nû hatine afirandin û baweriya bankayan hatiye avakirin. Gihîştina baweriya bankayan ji bo pêşkeftina aborî û şîrketên biçûk û navend û yên nû destpê kirî, pir girîng e.”
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî herwaha tekezî li wê jî kiriye ku Hejmara Min, proseya dabeşkrina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsantir û xeric kirin jî leztir kiriye û zelalbûn û şefafiyet di dabînkirina mûçeyê hikûmetê de jî zêdetir kiriye.
Herwaha ragehandiye: “Hikûmeta Herêma kurdistanê, heta dawiya sala 2028’an dê xizmetguzariyên bankî li tevahiya herêma Kurdistanê, zêdetir ji sedî 50 bilind bike. Ev jî pêngaveke girînge, lê karekî gelek zêdetir li pêşe.”
Mesrûr Barzanî herwaha dibêje: “Emê di karkirinê de berdewam bin, heta ku xelik sûdê li xizmetguzariyên bankî parastî û modern bibînin, ev jî beşeke li karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Basnews
