• Tuesday, 03 February 2026
logo

Nîv mîlyon mûçegir bi rêya “Hejmara Min” mûçeyên meha 7emîn werdigrin

Gulan Media October 1, 2025 Nûçe
Nîv mîlyon mûçegir bi rêya “Hejmara Min” mûçeyên meha 7emîn werdigrin

Ji roja Çarşemê heta Înê, nîv milyon karmendên mûçegir dê mûçeyên xwe bi rêya Hejmara Min” werbigirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê tîma projeyê (Hejmara Min) ve ji BasNewsê re hatine dayîn, mûçeya meha heftemîn dê sibê Çarşemê bi rêya projeyê (Hejmara Min) were belavkirin. Mûçeyên Wezaretên Perwerde, Tenduristiyê û Xwendina Bilind dê sibê werin dayîn ku hejmara wan 170 hezar e.

Herwaha aşkera dike ku nêzîkî milyonek karmendên mûçedar ên li Herêma Kurdistanê di projeyê de hatine tomar kirin, û ji bo vê mehê, 501 hezar û 500 kes dê mûçeya xwe ya meha heftemîn bi rêya kartên bankê  xwe ya (Hejmara Min) werbigirin.

Ji van, hejmaran, 266,000 karmendên sivîl, 191,000 Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û 43,000 teqawîd in.

Li gorî daneyan, heta niha zêdetirî 580,000 kartên bankê hatine belavkirin, û zêdetirî 580 ATM li 200 deverên cûda yên li seranserê Herêma Kurdistanê hatine sazkirin.

 

Basnews

Top