Şandeya Dêra Ortodoks a Rûsî rola Serok Barzanî di kûrkirina pêkvejiyan û aştiyê de bilind nirxand
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyeke Dêra Ortodoks a Rûsî ya di bi serokatiya Serokê Têkilî û Peywendiyên Derve yê Dêra Ortadoks a Rûsî Matron Anthony de kir û şandeya Rûsî pesnên rola Serok Barzanî dan û rola Serok Barzanî ya di kûrkirina pêkvejiyan û aştiyê de bilind nirxand.
Îro 30.09.2025ê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî ya di serokatiya Serokê Peywendiyên Derve yê Dêra Ortadoks a Rûsî Matron Anthony kir. Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maksim Robin jî amade bû û Şandeya Dêra Ortodoks a Rûsî kêfxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya bo Kurdistanê diyar kir û rola Serok Barzanî di kûrkirina pêkvejiyan û aştî û yekîtîyê di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de teqdîr kir. Herwaha teqez kir ku ew girîngiyê didin Herêma Kurdistanê, ku li herêmek e ku çavkaniya mirovahiyê ye û baweriyek kûr bi jiyana hevbeş û pêkvejiyanê heye. Şanda mêvan her wiha xwest ku têkiliyên xwe bi hemî navendên olî yên li Kurdistanê re bidomînin û wan peywendiyan bi pêş bixin.
