• Tuesday, 03 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Pêşmergeyê dêrîn Xalid Şilî kir

Gulan Media September 30, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Pêşmergeyê dêrîn Xalid Şilî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya fermandar û Pêşmergeyê dêrîn Xalid Şilî, peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand ku ew "kesayetiyekî qedirgiran û welatparêzê devera Behdînan û Kurdistanê bû."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Îlonê di peyama xwe de got: "Bi xem û kovaneke mezin, me nûçeya koça dawî ya fermandar, Pêşmerge û têkoşerê naskirî yê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir, Xalid Şilî bihîst."

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku Xwedêjêrazî, "pêşmergeyekî qehreman û kesayetiyekî qedirgiran û welatparêzê devera Behdînan û Kurdistanê bû."

Di dawiya peyama xwe de, Mesrûr Barzanî got: "Sersaxiyên xwe arasteyî malbata Xwedêjêrazî û xelkê devera Behdînanê û Kurdistanê bi giştî dikim. Ji Xwedayê Mezin hêvîdar im ku ruhê wî bi bihuştê şad bike û sebir û hedanê bide me hemûyan, malbat û hevalên wî."

 

K24

Top