El-Partiyê derbarê qedexekirina xwandina zimanê Kurdî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyek belav kir
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)ê derbarê qedexekirina xwandina bi zimanê Kurdî li bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî waha ye:
Derbarê qedexekirina xwendina zimanê kurdî li Efrînê, serêkanîya û gerê spî de:
Ev biryar ji aliyê Rêveberiya Demkî ya bi serokatiya Ehmed El-Şerih bi .sekinandina xwendina bi zimanê kurdî li Efrînê û hemû deverên kurdî ku pêşveçûneke metirsîdare û nîşaneke nebaş e li ser pêşeroja mafên gelê kurd li Sûriyê herwiha binpêkirina li der heqê mafê kulturî û neteweyî ku hatîye pesendkirin ji yasaya neteweyî.
Zimanê kurdî ne tenê ji bo fêrbûnê ya lê ew cewhera nasname û stûneke bingehîn ne ji stûnên hebûna netewî ya gelê Kurd li Sûriyê, û tunekirina vê mafê dê nîşana tunekirina hebûna kurdan û rola wê ya dîrokî di avakirina Sûrîyê.
Ev mafên herî kêm ku derbas kirina zimanê kurdî di nav rêbazên xwendinê û hînkirina wê di dibistanan de û, peymangeh û zanîngehên yên taybet, ji ber tekezkirina nirxên pêkvejîyanê û îtirafa hevbeş û destûra Sûriyê wê tekezî dike. Paşveçûna ji van destkeftên îro, tê xwendin wekî peyamek dûrxistin û tunekirina û têk birine avakirina dewleteke demokratîk, piralî û federal .
Ji vê yekê El-Partî pirseke pirseke girîng ji desthilata El-Şerih dike? Eger mafê herî kêm a kulturî ya gelê Kurd were tunekirin, çewa e li ser îtîrafa bi mafên siyasî û destûrî di pêşeroja Sûriyê de? Çewa destûreke ku wekhevîya ava bike û heman demê dûrxistina yek ji zimanên niştimanî ji dibistanên wê.
Em weke El-Partî tekez dikin ku danpêdana bi zimanê kurdî wek zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî li herêmên kurdî û bicîhanîna wê di nava rêbazên niştimanî ku nîşan rasteqîne ji bo her projeyeke niştimanî Sûrî, Em daxwaz dikin ku ev biryar were vegerandin û çespandina zimanê kurdî li dibistanan, ku dibe gaveke yekem di avakirina baweriya û nîşaneke ku divê Sûriyê pêşeroj welatekî demokratîk û federal ku hemû welatîyên xwe li ser bingeha azadiya, edalet û rûmetê bicîh bike.
Komîta navendî ya Partîya Demokrata Kurd li Sûriyê ( El-Partî)
29 /9 / 2025
Basnews
