• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê pîroz dike

Gulan Media September 28, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê pîroz dike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo bîranîna damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê peyamek weşand û tê de pîrozbahiya birêvebir û karmendên wê kir û got, “Êzgeyê Dengê Kurdistanê xwedî dîrokeke tijî serwerî û serbilindî ye.”

Peyama Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê:

Birêvebir û karmendên rêzdar ên Dengê Kurdistanê:

Bi helkefta salvegera 62ê ya damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê, ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we dikim û ji we re zêdetir serkeftin û pêşketinê dixwazim.

Êzgeyê Dengê Kurdistanê di karwanê medyayî yê Kurdistanê de xwedî dîrokeke tijî serwerî û serbilindî ye û wekî êzgeyeke dêrîn û dengê şoreş, dastan û mêrxasiyên Pêşmergeyên Kurdistanê, xwedî cihekî giran û rêzdar e.

Ez destxweşiyê li hemî karmendên we dikim û hêvî dikim ku, ew her gav ji bo gihandina rastiyan û pêşxistina hizira welatparêzî û bergirîkirina ji mafên gelê Kurdistanê di pêşengiya pêşveçûn û pêşengiyê de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

28.09.2025

 

K24

Top