• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê pîroz kir

Gulan Media September 28, 2025 Nûçe
Serok Barzanî salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê pîroz kir

Serok Barzanî ji bo bîranîna damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê peyamek weşand û tê de karên wê êzgeyê di veguhastina dengê şoreşê û nûçeyên mêrxasiyê û dastanên Pêşmergeyan ji bo xelkê seranserî Kurdistanê de bilind nirxandin.

Baregayê Barzanî duhî (Şemî, 27ê Îlona 2025ê) ji bo bîranîna damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê ragihandinek weşand û tê de amaje da, "Bi helkefta salvegera 62ê ya damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li rêveber û karmendên Êzgeyê Dengê Kurdistanê, cemawer û alîgirên PDKê û xelkê Kurdistanê dikim.”

Çavkaniya navbirî herwesa ragihand, "Damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê di wan demên dijwar û pirî şanazî de pêngaveke girîng bû, ji bo gihandina dengê şoreşê û nûçeyên mêrxasiyê û dastanên Pêşmergeyan ji bo xelkê xweragir ê seranserî Kurdistanê. Herwesa ew rêyeke serdemiyane bû, ji bo gihandina peyama mezlûmtiya gelê Kurdistanê û doza wî ya rewa ji bo tevaya xelkê Iraq û dever û cîhanê.”

Serok Barzanî di wê peyamê de herwesa got, "Di vê helkeftê de, ez spasiya hemî wan xebatker û têkoşeran dikin ên ku, di berdewamî û zindîhêlana dengê dilêr ê Êzgeyê Dengê Kurdistanê de rolek lîstine.”

Serok Barzanî daxwaz jî ji wan kir, “Ez ji we dixwazim ku hûn li ser karê medyayî yê rastgo û sengîn û parastina nirxên neteweyî û niştîmanî û mirovanî berdewam bin û berdewamiyê bidin wê rêbaza azad û şoreşgêrane û demokrasiyê, ya ku ew Êzge jê re hatiye damezrandin.”

 

K24

Top