Di civîna Serokê Hikûmetê û Serokê Kongreya Neteweyî ya Iraqê de mafên darayî hatin nîqaşkirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Iraqê kir û li ser çend mijarên navxweyî û yên rojane gotûbêj kirin.
Îro 27.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Aras Hebîb Kerîm kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha rêzgirtina ji bo saziya destûrî û dabînkirina mafên darayî yên gelê Kurd hatin nîqaşkirin.
