Netanyahu: Em ê milîsên Iraqî ji holê rakin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Roja 26.09.2025ê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî got, "Em ê milîsên li Iraqê ji holê rakin."
Netanyahu di gotara xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de ragehand: "Îran bi lez û bez bernameyeke mezin a mûşekên nukleerî û balîstîk pêş dixist ku ne tenê armanc ew bû ku Îsraîlê ji holê rake, lê di heman demê de gefxwarin bû li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê."
Herwaha got: "Me bernameyên mûşekên nukleerî û balîstîk ên Îranê têk birin û em ê milîsên Iraqî ji holê rakin."
Netenyahu diyar kir: "Me qada hewayî ya li ser Îranê kontrol kir û pîlotên me cihên dewlemendkirina uranyûmê li wir bombebaran kirin."
Basnews
