• Sunday, 10 May 2026
logo

Dr. Eyûb Gomeşînî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê serweriya xwe li ser petrola Kurdistanê parast

Gulan Media September 27, 2025 Nûçe
Dr. Eyûb Gomeşînî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê serweriya xwe li ser petrola Kurdistanê parast

 Mamostayekî zanîngehê got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di parastina serweriya Kurdistanê li ser sektora petrolê de serkeftî bûye û xewna wan kesên ku dixwestin dosyaya petrola Kurdistanê bi temamî radestî Bexdayê bê kirin jî bicîh nehat.

Îro 27.09.2025ê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku bûyerek dîrokî qewimî û piştî zêdetirî du salan rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê, bi keyfxweşî ve petrol bi rêya boriyan hatiye hinardekirin û dê ji wê hemû xelkê Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê jî bi taybetî sûd werbigre.

Di vê derbarê de mamostayê zanîngehê Dr. Eyûb Gomeşînî ji BasNewsê re got ku ji ber ku rayedarên Bexdayê hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bi hinceta ku firotin neqanûnî ye rawestandine, hewldanek berfireh li ser asta herêmî û Iraqê heye û ji navxwe jî ji aliyê cehşt û kirêgirtiyan ve hewl dihate dayîn bo bi temamî ji aliyê Bexdayê ve dest li ser dosya petrola Kurdistanê de bê girtin û pir giring li gor wan ew dosya ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê were standin.’’

Herwaha got: "Di du salên borî de, şovenîst û navendparêzên li Bexdayê û cehşên wan ên li Kurdistanê ti rêyek nema neceribandin ku xelkê Kurdistanê radest wergirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixin bin destê xwe û wan neçar bikin ku li ser mafê xwe yê birêvebirina sektora enerjiyê ku destûra daîmî ya Iraqê daye wan, tawîzan bidin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê berxwedan û li ser mafên xwe yên destûra Iraqê daye wan rijd bûn. Ji ber vê yekê ev peymana dawî destkeftiyek mezin e, ji ber ku serweriya Herêma Kurdistanê li ser sektora xwe ya petrolê hat parastin û petrol dê li ser sînor û ji Fîşxabûrê radestî Şîrketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) were kirin."

Mamostayê zanîngehê tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê tu carî li ser mafên gelê Kurd ên ku hatine bidestxistin tawîzan nede, ji ber vê yekê her gav û di her warî de dijber û xizmetkarên wan hewl dan ku mafek ji mafên ku hatine bidestxistin vegerînin, bêhêvî man.

Gomeşînî got: "Peyman tenê firotina beşek ji berhemên petrolê yên Kurdistanê ji hêla SOMO ve vedihewîne, lê desthilatdariyê nade Bexdayê ku destwerdanê di sektora enerjiyê de bike an jî li dijî herêmê bi xwe bikar bîne. Ji bo wê jî ewên ku bi salane daxwaz dikirin petrol bi temamî radestî Bexdayê bê kirin û tewîzê li mafê xwe birêvebirina petrola Kurdistanê bê dayîn, lê di wê yekê de ew têkçûn."

 

Basnews

Top