Navçeyên Xirîstiyan ên Nînowayê di destê milîsan de dinalînin
Îro çarşemê çavkaniyeke li hêzên ewlekariya Musilê ragehand ku 8 kes li rojhilatê wî bajarî li gel 2 hezar û 500 kartên dengdanê ve girtine.
Wê çavkaniyê ku ji Şefeq Newsê re axiviye, amaje bi wê jî kiriye, tometbar bi awayekî neqanûnî kartên namzetên parlemanî yên taybetî berhev kirin û di rêze kemînên hedefgirtî de hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye, Gef, bertîl û bexşkirina çekan amûrên herî berbiçav in ku ji bo berhevkirina dengan di hilbijartinan de têne bikar anîn, û çavdêr hişyar dikin ku demokrasî li Iraqê êdî wateya xwe winda dike.
Piraniya Xiristiyanên Iraqî li Deşta Nînowayê dijîn, û berhevkirina bi zorê ya kartên dengdanê û zexta li ser civaka Xiristiyan di hilbijartinên Iraqê de bûye pirsgirêkek cidî.
Medyaya herêmî û navneteweyî çend rapor li ser rewşê weşandine, ku pirsgirêkên Xiristiyanan û gef û zextên milîsan li ser wan ronî dikin û daxwaza destwerdana Amerîkayê dikin.
Hin medyaya navneteweyî ragihandin ku zext li ser Pêkhateyên olî li Iraqê zêde bûye. Di nav wan de berhevkirina bi zorê ya kartên dengdanê li Deşta Nînowa û deverên Xiristiyan hene, ku milîs wan ji bo dengdana namzetên milîsên Babîlî bikar tînin.
Li gorî raporan, ev yek ji hêla Reyan Kildanî û koma milîsên wî ve tê kirin. Ew komeke milîsan e ku di lîsteya dorpêçên Amerîkayê de ye.
Basnews
