Serok Barzanî li ser Referandûmê got: Îro çi hat çandin sibe ew tê çinîn
Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir û got, “Îro çi hat çandin sibe ew tê çinîn.”
Îro salvegera 8emîn a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye.
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê 25ê Îlona 2017an hat lidarxistin.
Xelkê Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 93 piştgirî da serxwebûna Başûrê Kurdistanê.
Serok Barzanî îro bi boneya salvegera referandûmê peyameke kurt belav kir û got:
“Welat ne nexşeyeke li ser kaxezê ye. Welat xwîn e û di rehên mirov de digere.”
Serok Barzanî her wiha amaje bi encma referandumê kir û got, “Îro çi hat çandin sibe ew tê çinîn.”
Rudaw
