• Friday, 06 February 2026
logo

Stephane Dujarric: Banga Ocalan çirûskeke hêviyê ye

Gulan Media September 24, 2025 Nûçe
Stephane Dujarric: Banga Ocalan çirûskeke hêviyê ye

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser banga Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan got:

“Ev yek çirûskeke hêviyê ye, ji ber ku ew aloziyeke bi dehên salan e berdewam dike, ku tê de gelek kesan êş kişandiye û zerer û ziyaneke mezin gihîştiye jiyan û binesaziyê. Her cara ku aloziyeke demdirêj ber bi çareseriyê ve diçe û em dibînin ku îmkana çareseriyê heye, mirov tenê dikare geşbîn be.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, di hevpeyvîneke taybet a li gel Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemir de derbarê rewşa cîhanê, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, Sûriye, Îraq, banga Abdullah Ocalan û gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.

Dujarric diyar kir ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji ber rewşa aloz a cîhanê ne westiyayî ye û bi israr têkoşîna xwe ya ji bo dadperwerî û rêzgirtina li yasayên navneteweyî didomîne.

Stephane Dujarric pirsa “Gelo peyameke Sekreterê Giştî ji bo civaka Kurd û têkoşîna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê heye?” wiha bersivand:

“Peyama wî ew e ku divê xelk têbigihîje ku her kes heqê heman parastinê dike, parastineke ku ji Peymana Neteweyên Yekbûyî û Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan çavkaniya xwe digire. Hinek kes li welatekî di kêmaniyê de ne û li welatekî din di piraniyê de ne. Çi hûn di kêmaniyê de bin yan jî di piraniyê de, divê hûn rêzê li mafên hev bigirin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr bersivandin:

Rûdaw: Ez Sînan Tunçdemir im ji New Yorkê. Wekî ku tê zanîn, li cîhanê ji Ewropayê heta Asyayê û ji wir heta Afrîka û Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk hene. Em dê van mijaran bi Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re gotûbêj bikin. Birêz Stephane, gelekî spas ji bo beşdariya we.

Stephane Dujarric: Spas. Cihê kêfxweşiyê ye ku em li derve, li baxçeyên xweşik ên Neteweyên Yekbûyî ne. Her wiha gelek mijar hene ku em li ser wan gotûbêj bikin.

Rûdaw: Pirseke min a giştî heye. Wekî ku tê zanîn, li cîhanê gelek pirsgirêkên aloz hene. Nêrîna Sekreterê Giştî li ser vê rewşê çi ye? Gelo ew westiyaye?

Stephane Dujarric: Ew ne westiyayî ye. Tiştek heye ku Sekreterê Giştî pê tê naskirin, ew jî rijdî û israra wî ya li ser helwestên xwe ye. Ew rijd e ku ti carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo dadperweriyê, rêzgirtina li yasayên navneteweyî, têkoşîna li dijî bêcezahiştinê û têkoşîna ji bo Neteweyên Yekbûyî bernede. Karên giran li ser milên wî ne lê ez we piştrast dikim ku ew tije enerjî û şiyan e. Ez bawer im ku hûn dê sibe di axaftina wî de hest bi vê yekê bikin.

Rûdaw: Li Neteweyên Yekbûyî derbarê çareseriya du-dewletî ya ji bo Filistîn û Îsraîlê de konferanseke girîng tê lidarxistin. Gelo Sekreterê Giştî ji bo qebûlkirina çareseriya du-dewletî ji aliyê hemû dewletan ve çi peyamê dide?

Stephane Dujarric: Derbarê çareseriya du-dewletî, divê hêviya me berdewam bike. Ji bilî vê çareseriyê ti çareseriya din nîne. Mebesta min, bijardeyên din çi ne? Di rastiyê de, tenê yek bijardeya din heye, ew jî çareseriya yek-dewletî ye lê çawa dibe çareseriyeke yek-dewletî hebe ku tê de gelekek ji aliyê geleke din ve were çewisandin? Ev yek ne rast e, ne dadperwerane ye û ne di berjewendiya gelê Îsraîlê bi xwe de ye jî.

Rûdaw: Çend pirs li ser Îraqê. Karûbarên Neteweyên Yekbûyî li Îraqê di van rojan de di çi astê de ne?

Stephane Dujarric: Wekî ku hûn dizanin, Neteweyên Yekbûyî piştî dagirkirina Amerîkayê li Îraqê ye, rast e? Tew berî wê jî lê di vê çarçoveyê de, hebûna me bi rastî ji bo wê yekê ye ku em li gel hemû gelê Îraqê bin; di nav sînorên Îraqê de, çi Şîe, çi Sunî, çi Kurd, yan jî her kemîneya din be, em dixebitin da ku welatekî wan ê wisa hebe ku her kes tê de hest bi nûnertiyê, aramiyê û bipêşketinê bike. Em dê di vî warî de hevkariya xwe ya li gel gelê Îraqê bidomînin.

Rûdaw: Wekî rojnamegerekî ez gelek peyaman derbarê rewşa penaberên li kampên Herêma Kurdistanê werdigirim. Ew dibêjin ku alîkariyên Neteweyên Yekbûyî gelekî kêm bûne. Gelo rewş çima gihîştiye vê astê?

Stephane Dujarric: Sînan, rastiyeke xemgîn heye, ew jî ev e ku kar û barên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî li ser bingeha bexşên xwebexşane ne. Niha jî piraniya welatên zengîn van alîkariyan kêm dikin. Loma dema ku pere tune be, alîkariya pêwîst jî namîne. Dema pere kêm dibe, xwarin kêm dibe, xizmetguzariyên tenduristiyê kêm dibin.

Ev yek bandoreke rasterast a kêmkirina alîkariyên mirovî ye û bandora herî xirab jî li ser wan kesan dibe ku divê alîkariyê wergirin. Vê yekê wisa kiriye ku hevkarên me yên mirovî yên li Neteweyên Yekbûyî neçar bimînin hin biryarên gelekî dijwar bidin ku kîjan fonan li ku derê xerc bikin.

Rûdaw: Sûriye welatekî mozaîk e: Kurd, Ereb, Durzî, Elewî, Xiristiyan û gelek netewe û olên din lê hene. Rêveberiyeke demkî ya nû heye û çend meh berê ragihand ku wan destûrek amade kiriye, lê pêkhateyên din ên Sûriyeyê vê destûrê qebûl nakin, çimkî dibêjin mafên wan naparêze. Gelo Neteweyên Yekbûyî di danûstandinên xwe yên bi Şamê re behsa vê pirsgirêkê dike?

Stephane Dujarric: Tiştê ku ez dikarim ji we re bibêjim ev e ku hêza Sûriyeyê, wekî gelek welatên din, di pirrengiya wê de ye. Pirrengî dibe sedema pirrengiya çandî û hêzê. Peyama me ji bo desthilatdarên Şamê, ji bo hikûmeta ku li Şamê berpirs e, ew e ku piştrast bin hemû kesên li Sûriyeyê dijîn, çi Elewî, çi Kurd, çi Sunî yan Şîe bin, divê nûnertiya wan bê kirin û hest bi aramî û parastinê bikin.

Bê guman, hikûmeta birêz Şer rûbirûyî hinek astengiyên mezin bûye. Wan welatek wergirtiye ku di qeyraneke kûr a mirovî û siyasî de bû. Ji ber vê yekê girîng e ku gelê Sûriyeyê li dora hikûmetê bicive lê divê hikûmet jî bi heman awayî li dora tevahiya gelê Sûriyeyê kom bibe.

Rûdaw: Gelo komîsyoneke Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê li ser komkujiyên li hemberî Elewî û Durziyan lêkolînan dike?

Stephane Dujarric: Hinek komîsyon hene ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan ve hatine damezirandin. Her wiha mekanîzmaya serbixwe ya navneteweyî ya ji bo kesên winda jî heye. Hemû ev mekanîzmayên cuda li beşên cuda yên bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin dinêrin û dê raporên xwe pêşkêş bikin.

Rûdaw: Di mehên dawî de em li gorî berê kêmtir pevçûnan di navbera HSD û Tirkiyeyê de dibînin. Lê di van rojên dawî de Tirkiye gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe ku ew dê operasyoneke leşkerî bidin destpêkirin. Ez naxwazim hûn spekulasyonan bikin lê baştir e ku bertek beriya şer bê nîşandan. Helwesta Sekreterê Giştî li hemberî van gefan û egera operasyoneke leşkerî çi ye?

Stephane Dujarric: Bi baweriya min, Sekreterê Giştî dixwaze piştrast bibe ku hemû alî hemû şiyanên xwe ji bo parastina aramiyê bi kar tînin. Ev jî tê wateya kêmkirina gotarên tund û kiryaran. Aramiyek heye û pêwîst e ji aliyê hemû aliyan ve were parastin.

Rûdaw: Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bang li PKKyê kir ku li hemberî Tirkiyeyê çekên xwe deyne û Sekreterê Giştî jî piştî vê daxuyaniyê got ku ev "çirûskeke hêviyê ye." Vê daxuyaniyê di nav Kurdan de dengekî mezin veda. Hûn dikarin vê daxuyaniya Sekreterê Giştî hinekî firehtir rave bikin?

Stephane Dujarric: Ev yek çirûskeke hêviyê ye, ji ber ku ew aloziyeke bi dehên salan e berdewam dike, ku tê de gelek kesan êş kişandiye û zerer û ziyaneke mezin gihîştiye jiyan û binesaziyê. Her cara ku aloziyeke demdirêj ber bi çareseriyê ve diçe û em dibînin ku îmkana çareseriyê heye, mirov tenê dikare geşbîn be.

Rûdaw: Gelo peyameke Sekreterê Giştî ji bo civaka Kurd û têkoşîna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê heye?

Stephane Dujarric: Peyama wî ew e ku divê xelk têbigihîje ku her kes heqê heman parastinê dike, parastineke ku ji Peymana Neteweyên Yekbûyî û Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan çavkaniya xwe digire. Hinek kes li welatekî di kêmaniyê de ne û li welatekî din di piraniyê de ne. Çi hûn di kêmaniyê de bin yan jî di piraniyê de, divê hûn rêzê li mafên hev bigirin.

Rûdaw: Pirsa dawî, hûn dê kengî herin Kurdistanê?

Stephane Dujarric: Ez hêvîdar im di demeke pir nêzîk de be.

Rûdaw: Gelekî spas.

Stephane Dujarric: Spas Sînan.

 

Rudaw

Top