Mesrûr Barzanî: Bi tundî terorkirina Ekber Hacî Rustem şermezar dikim
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber terorkirina Ekber Hacî Rustem peyamekî serxweşiyê belav kir û ragehand: ‘’Bi tundî terorkirina Ekber Hacî Rustem şermezar dikim.’’
Îro 23.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir û ragehand: ‘’Serxweşiyê li malbat û kesûkarên birêz kesayetiya niştimanperwer û navdar a Germiyanê Ekber Hacî Rustem dikim û şirîkê xema we me û bi awayekî herî tund wê kiryara terorkirinê şermezar dikim.’’
Mesrûr Barzanî, teqez kir: ‘’Divê saziyên deverê di demekî kurt de lêkolînên pêwîst ji bo dîtina tewanbaran bikin û tevdîrên yasayî wergirin.’’
Di dawiya peyamê de Serokê Hikûmetê amaje bi wê yekê dike ku; ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî bi beheştê şad bike û aramî û sebrê bide malbat û dost û hevalên wî.’’
