Sekreterê Kongreya Netewî ya Iraqê Aras Hebîb: Artêşa Îsraîlê dê di demek nêzîk de bigihîje Iraqê
Serokekî partiyeke Iraqî hişyarî da ku eger Iraq ji bo rakirina gefê nexebite, Îsraîl dê di demek nêzîk de bigihîje parêzgeha Enbarê.
Sekreterê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Aras Hebîb ji kanaleke televîzyonê re got: "Nexşe li ber min e û ez wê dibînim. Divê em welatê xwe biparêzin û wê ji xetereyê dûr bixin, eger Îsraîl di plana ku danîye de serkeftî bû, wê demê dê demekî nêzîk de bigehe Enbarê, ji ber ku li herêmê pevçûnek mezin heye. Li Sûriyê dê pevçûnek bihêz çêbibe û ew ê bandorê li Iraqê bike.’’
Herwaha got: "Şerê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dê li Sûriyê bê kirin, ku dê rewşa herêmê hîn aloztir bike. Dewletên Yekbûyî hevalbendê Tirkiye û Îsraîlê ye. Îsraîl dixwaze ku hemû kêmneteweyên li Sûriyê dewletek wan hebe, lê Tirkiye naxwaze. Divê Iraq têkiliyên xwe bi Tirkiye, Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re jî baştir bike da ku gefa Îsraîlê negihîje Iraqê, ji ber ku wekî din, bawer bikin, Îsraîl dê bigihîje Iraqê."
Li gorî hin çavdêrên siyasî yên li Iraqê, çawa ku di demên berê de Îsraîl ketiye nav axa Sûriyê, di pêşerojê de, ji aliyekî ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo cezakirina Iraqê û hedefgirtina serokên Heşdî Şebî, wê demê jî Îsraîl dê destwerdanê bike û êrîşî Iraqê bike.
Rudaw
