Serok Barzanî pêşwazî li şandeke hevpeymaniya Esas a Iraqî kir
Serok Barzanî û Muhsîn Mendelawî hilbijartinên dahatû yên Iraqê û hevahengiya hêz û aliyên siyasî gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 22.09.2025, pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Esas a Iraqî bi serokatiya Muhsîn Mendelawî kir.
Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de danûstandina nêrînan li ser rewşa giştî ya welat û amadekariyên ji bo hilbijartinên dahatû yên parlamentoyê hatiye kirin.
Di heman civînê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevahengî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê de kirin, bi mebesta parastina aramî û seqamgiriya welat.
Basnews
