• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Muhsîn Mendelawî, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Gulan Media September 23, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Muhsîn Mendelawî, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22.09.2025, pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmenê Muhsîn Mendelawî kir.

Di civînê de, ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Dr. Şaxewan Ebdulah jî amade bû, guhertin û pêşhatên dawî, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de herdu alî li ser pêwîstî û girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hevnêrîn bûn. Hat tekezkirin ku divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li sîstema federalî, parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê be.

 

 

Basnews

Top