Pentagonê budceya 2026an eşkere kir: Pişka HSD û Pêşmerge çi qas e?
Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) rapora daxwaza budceya Sindoqa Perwerde û Biçekkirinê ya li dijî DAIŞê ya sala darayî ya 2026an belav kir.
Rapor amaje bi guherîneke mezin a ji bo Pêşmerge dike.
Li gorî wê raporê, alîkariyên darayî yên rasterast ên Amerîkayê yên ji Pêşmerge bi dawî dibin, di heman demê de budceya çek, otomobîl û perwerdeyê berfirehtir dibe.
Dawî li alîkariya darayî ya lîwayên hevbeş tê
Wezareta Şer a Amerîkayê da zanîn ku Hêzên Ewlehiyê yên Kurdistanê ku wekî Pêşmerge tên naskirin, hêzên çekdar ên fermî yên Herêma Kurdistanê ne û got:
"Ew girêdayî Wezareta Kar û Barên Pêşmergeyan in û berpirs in ji parastina herêmê, dagirtina eniya bakur û erkên hevbeş ên bi Hêzên Asayîşa Îraqê yên li dijî DAIŞê re."
Pantagonê di raporê de 61 milyon û 14 hezar û 940 dolar ji bo perwerde û biçekkirina Pêşmerge terxan kiriye.
Guhertina herî mezin a darayî ye.
Bernameya alîkariya darayî ya lîwayên hevbeş ên Pêşmergeyan ku beşeke sereke bû ji alîkariyên Amerîkayê, di sala darayî ya 2026an de bi temamî bi dawî dibe.
Pentagon dibêje, li gorî yadaşteke lihevtêgihiştinê ya di navbera hikûmeta federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îlona 2022yan de, hikûmeta Îraqê dê ji sala 2026an ve bi xwe alîkariyên Pêşmerge bigire ser xwe û xerc bike.
Amerîkayê sala 2024an 135 milyon dolar wekî alîkariyên darayî dabûn Pêşmerge.
Ev alîkarî sala 2025an bûbû 60 milyon dolar.
Ew 61 milyonê ku biryar li ser hatiye dayîn dê bi vî rengî bê xerckirin:
5,3 milyon dolar ji bo kirîna 17 hezar guleyên hawan û roketan.
9 milyon dolar ji bo kirîna 10 hezar tiving, demaçe û doçkayan.
1,06 milyon dolar ji bo kirîna 20 sekoyên avêtina hawan û roketan.
1,02 milyon dolar ji bo kirîna dûrbînên nîşangiran û pêdiviyên din.
11,7 milyon dolar ji bo kirîna 250 otomobîlên bilind (SUV).
10,2 milyon dolar ji bo kirîna 52 otomobîlên zirxpoş.
1,4 milyon dolar ji bo kirîna du otomobîlên ambulans.
4,08 milyon dolar ji bo kirîna 32 tankerên avê.
4,63 milyon dolar ji bo kirîna 11 hezar û 295 êlekên zirxpoş ên xweparastinê.
5,61 milyon dolar ji bo kirîna 49 hezar û 589 cilên leşkerî.
6,5 milyon dolar ji bo kirîna 13 hezar kereseteyên xweparastinê.
360 hezar dolar ji bo kirîna 12 jeneratoran.
16,25 milyon dolar jî ji bo kirîna pêdiviyên din ên wekî sotemenî, xwarin û lojîstîkê.
Îraq: Avakirina hêza asmanî û hêzên taybet
Îraq bi giştî dê 212,5 milyon dolar piştgiriyê ji Amerîkayê wergire, ev hejmar sala 2025an 380,7 milyon dolar bû.
Li gorî planê, ev pere dê bi vî rengî bê xerckirin:
Wezareta Parastinê: 48,4 milyon dolar dê jê re bê terxankirin, ji bo kirîna 100 mûşekên Hellfire, kereseteyên balafirên F-16, sîstema oksîjenê ya ji bo balafiran û kereseteyên çavdêriyê ji bo lîwayan.
Dezgeha Dijîterorê: 65,6 milyon dolar; ji bo veberhênana li navendeke perwerdeya hêzên taybet, dron, teqemeniyên ji bo çar hezar karmendên nû, otomobîlên zirxpoş û sîstemên pêwendiyê yên bipêşketî.
Lojîstîk û Berdewamî: 37,4 milyon dolar; ji bo veguhestina çekdarên DAIŞê bi balafiran, veguhastina kereseteyan, xwarin, sotemenî û pêdiviyên bijîşkî.
Wezareta Şer a Amerîkayê diyar kiriye ku ev veberhênan alîkariya hêzên Îraqê dikin da ku zexta xwe ya li ser DAIŞê bidomînin.
Sûriye: Çek, alîkarî û asayîşa zindanan
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku DAIŞ hîn jî li çend deveran çalak e, Amerîka plan dike ku ji bo sala 2026an 130 milyon dolarî xerc bike.
Piştgiriyên darayî dê ji bo hêzên xwecihî yên wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hêzên Asayîşa Navxwe (Asayîş), Hêzên Asayîşa Navxwe ya Parêzgehan û Artêşa Azad a Sûriyeyê bin.
Dabeşkirin dê bi vî rengî be:
15,6 milyon dolar ji bo çek û perwerdeyê: Du hezar û 200 doçka û tiving, hawan, kereseteyên xweparastinê, otomobîl û kereseteyên pêwendiyan.
32,4 milyon dolar ji bo lojîstîkê: Xwarin, pêdiviyên bijîşkî, hilberîna elektrîkê û veguhastin.
65 milyon dolar ji bo alîkariya darayî ya mehane: Alîkariya darayî ya ji bo 19 hezar şervan û çekdaran, parêzvanên zîndanan û yekîneyên li dijî DAIŞê.
1,5 milyon dolar ji bo çakkirina navendên biserdegirtinê: Ji bo rêlibergirtina revîna çekdarên DAIŞê ya ji zîndanan.
15,3 milyon dolar ji bo pêdiviyên din: Xwarinên rojane, parçeyên yedek û pêdiviyên bijîşkî.
Rudaw
