Parlamenterê Zaxoyê: Projeyên hikûmetê li Zaxoyê bi hezaran derfetên kar ji bo xelkê bajêr peyda kirine
Parlamenterekî bajarê Zaxoyê ragehandû, projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li bajarê Zaxo ya navenda îdareya serbiwe ya Zaxoyê ye roleke mezin di kêmkirina diyardeya bêkariyê de heye û wan projeyan bi hezaran derfetên kar ava kirine.
Endamê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê û nûnerê bajarê Zaxoyê Binistan Îsmet Dîno ji BasNewsê re ragehand: "Roja Yekşemê, 21ê Îlona 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya çaremîn salvegera ragehandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê, nexweşxaneyek zarokan li Zaxoyê vekir. Piştre jî Pêşangeha Navnetewî ya Zaxoyê û herwaha piştre beşa duyem a Kornîşa Zaxoyê vekir. Ev hemû ne tenê xizmetek mezin in û dê di vejîn û pêşkeftina Zaxoyê de rolek bilîzin, lê di heman demê de dê rolek mezin di kêmkirina diyardeya bêkariyê de jî bilîzin."
Herwaha diyar kir: "Berî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê Zaxoyê bike rêveberiyek serbixwe, li bajêr bêkariyekî pir zêde hebû. Li gorî hin îstatîstîkan, rêjeya bêkariyê di nav ciwanên Zaxoyê de digeheşte %16.7. ji ber ku bajar hemû dûrbûn û xizmetekî wisa nehatibû kirin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev bajar ji dûrjidestiyê guherî bo cîheke geştyariyê û wisa kir ku rojane bi hezaran kes li Hemû Kurdistanê ve û Iraqê ve bixwazin berê xwe bidin Zaxo û lê bigerin. Ev jî dibe sedem ku bi hezaran derfetên kar li Zaxoyê biafirîne."
Parlamenterê PDKê dibêje: "Niha li Zaxoyê bi sedan xwaringeh, otêl û cihên din ên geştiyariyê hatine vekirin, her wiha bi sedan kafe û cihên geştiyariyê, gelek bazar û dikan hene ku tiştên cûrbecûr difiroşin, ji ber vê yekê bêkarî êdî pirsgirêka sereke ya ciwanên Zaxoyê nîne û ev yek bi saya projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat bidestxistin.’’
Herwaha dawiyê de jî got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê bala xwe daye Zaxoyê û her wiha Hewler, Duhok, Soran, Ranya, Silêmanî û Helebçeyê. Ger derfet ji hikûmetê re were dayîn ku projeyên xwe wekî ku hatiye plankirin bicîh bîne, di pêşeroja nêzîk de tevahiya Herêma Kurdistanê dê baştir bibe li gorî Iraqê, bêkarî li Herêma Kurdistanê kêmtir e, dê hîn bêtir kêm bibe û hemû kes dê karên xwe hebin."
Basnews
