Mesrûr Barzanî: Em rola girîng a Zanayên Olî di kûrkirina nirxên bilind ên Îslamê de teqdîr dikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê weşand û tekez kir ku em rêz li rola girîng a Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê û bi giştî zanayên olî digirin û teqdîr dikin.
Îro 21.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera 55emîn a Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir û ragehand, pîrozbahiyên herî germ li Serok û endamên Mekteba Rêveber û hemû endamên Yekitiya Zanayên Olî dikim.
Peyama xwe de Serokwezîr ragehand: Em rola girîng a Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê û bi giştî zanayên olî di kûrkirina prensîb û nirxên bilind û mirovî yên Îslamê, şerê li dijî tundrewiyê û xurtkirina nermbûn û çanda pêkvejiyana ya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de rêz lê digrin û teqdîr dikin.
Basnews
