Li Bexda komeke Heşdî Şeibî rê li çalakiyeke saziya dijeterora Iraqê digrin
Rojnamevanê Iraqî Stephen Nebil nûçeyek belav kiriye û nivîsandiye: “Hêzekî girêdayî koma Nuceba ya Heşdî Şeibî rê li ber hêzeke dijeterorê ya Iraqî girt ku bikeve herêma Tarmiye ya bakurê Bexdayê da ku droneke ku tevgerên tehdîdkar û gumanbar ên li herêmê dişopand vegerîne.
Ew rojnamevan radigehîne: “Ev binpêkirineke eşkere ya qanûnê ye ku pêşî li hêzeke yasayî bêgirtin.”
Herwaha dibêje: "Çima divê ev were veşartin? Çima Heşdî Şeibî li dijî saziya dijeterorê derdikeve, ku ji hêla gel ve tê pejirandin û hêzek qanûnî ye?
Hefteya borî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çar komên Heşdî Şebî wekî terorîst bi nav kirin, di nav wan de Tevgera Nuceba û sê yên din: Lîwaya Seyîd el-Şuheda, Tevgera Ensarulah Ewfiye û Lîwaya Îmam Elî."
Basnews
