• Friday, 06 February 2026
logo

Reuters: Demek nêzîk de hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike

Gulan Media September 20, 2025 Nûçe
Reuters: Demek nêzîk de hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike

Ajansa Reutersê raportek belav kir û ragihand ku piştî nêzîkî du salan ji rawestandina hinardekirina petrolê ya Herêma Kurdistanê  bo Tirkiyê, piştî gelek gotûbêjên zêde, asoyekî destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê ve ronîtir bûye û ev jî nûçeyekî cîhê keyfxweşiyê ye bo herdu hikûmetên federal a Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Reuters ragihand ku hikûmeta Iraqê erêkirina pêşîn daye planeke ji bo ji nû ve destpêkirina veguhestina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê, ku ev nîşanek çareserkirina nakokiyên siyasî û yasayî yên di navbera aliyan de ye.

Li gor raportekî Reutersê ragihand ku peymana di navbera hikûmeta federal a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên navneteweyî yên petrolê de dikare herî kêm 230,000 bermîl petrola zêde rojane ji bo bazara cîhanê re dabîn bike. Ev di demekê de tê ku hilberînerên OPECê ji bo vegerandina para xwe ya bazarê bêtir hewl didin, ji ber vê yekê ev mîqdara nû ya petrolê dê nirxek mezin a aborî hebe û dahatiyek girîng ji bo her du hikûmetan bidestbîne.

Hinardekirina petrolê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ji bo xeta boriyê ya Kerkûk-Ceyhanê ji Adara 2023an vir ve hatiye rawestandin, piştî biryara dadgeha hakemtiyê ku Tirkiye mecbûr kir ji bo hinardekirina neqanûnî ya petrolê di navbera salên 2014 û 2018an de 1.5 milyar dolar tazmînat bide Iraqê. Li gel wê jî Tirkiyê jibo destpêkirina hinardekirina petrolê amadebûna xwe nîşan da, lê pirsgirêkên qanûnî û siyasî yên berdewam di navbera Bexda, Hewler û şîrketên navneteweyî yên petrolê de bûne asteng.

Çavkaniyan ji Reutersê re gotin ku Encûmena Wezîrên Iraqê erêkirina destpêkê daye planê, di heman demê de şîrketên navneteweyî yên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin erêkirina demkî dane. Apicor, ku nûnertiya şîrketên wekî Genel enerji, DNO û Gulf Keystone dike, ji ber ku danûstandin berdewam in, red kir ku daxuyaniyê bide, lê rêveberekî kompanyayên navnetewî amaje bi wê yekê kir ku "gotûbêj zêde bûne û em ji her demê nêzîktirî rêkeftinek sêalî ne ji ber ku her kes nerm bûye.’’

Li gorî plana destpêkê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pêbend be ku rojane herî kêm 230,000 bermîl petrol radestî kompanya ya SOMO ya dewleta Iraqê bike, di heman demê de 50,000 bermîlên din ji bo xerckirina navxweyî dê bihêle. Her wiha, bazirganek serbixwe li Bendera Ceyhan firotanê bi karanîna bihayên fermî yên SOMO dike, ji bo her bermîleke ku tê firotin, 16 dolar tê razandin, ji hesaba emanet re û bi awayekî li gor rêjeyê jî li ser hilberîneran tê belavkirin û dahata ku dimîne jî diçe SOMOyê."

 

Basnews

Top