• Friday, 06 February 2026
logo

Bi belge: Komeke Heşdî Şeibî ji bo Îsraîlê sîxortiyê dikin

Gulan Media September 18, 2025 Nûçe
Bi belge: Komeke Heşdî Şeibî ji bo Îsraîlê sîxortiyê dikin

Li gor agahiyan ku di nivîseke Desteya Heşdî Şeibî de aşkera bûye û weke ferman hatiye şandin, torekê nav Heşdî Şeibî de, bi serperestiya (Ebû Esed Yasirî) wêneyên baregeh û pêgehên Heşdî Şeibî hatine girtin û li hember 400 dolaran bo Mossada Îsraîlê hatiye şandin.

Di nivîs an jî daxuyaniyeke Desteya Heşdî Şeibî ya di 11.02.2025, derketiye, li gor lêkolîna wan, Newfel Ebdulmuhsîn Xelef Xanim Yasirî fermanberê rêveberiya zîrevaniya kesayetiyan û saziyên Heşdî Şeibî, li 17.02.2025, berdewam wêne û agahiyên navendên leşkerî yên Heşdî Şeibî şandiye bo Mossada Îsraîlê, ku li hember wê 400 dolar bo her agahiyekî û wêneyekî wergirtiye.

Her li gor zanyariyên lêkolînên Heşdî Şeibî, navborî li ofîsa veguhestina pare bi navê (Elresafekî Kard) pare wî jêre hatiye şandin û wergirtiye.

Herwaha behsa wê jî dike ku agahiyên îstîxbaratê yên zêdetir li ser lîwayên 12 û 14 û 45 û 46 û 47 kom kiriye û şandiye.

Ev agahî di demekî de ye ku 4 komên din ên Heşdî Şeibî ketin lîsta terorê ya Amerîkayê û gotegotên cezakirin û êrîşên Îsraîlê li ser van koman germ in.

 

Basnews

Top