• Friday, 06 February 2026
logo

Rojnamevanekî Iraqî: Iraq dê bikeve bin zext û sizayên zêdetir ên Amerîkayê

Gulan Media September 18, 2025 Nûçe
Rojnamevanekî Iraqî: Iraq dê bikeve bin zext û sizayên zêdetir ên Amerîkayê

îro piştî ku Amerîkayê 4 komên Iraqî yên nêzîkî Îranê xiste ber cezayên xwe û ew komana weke terorîst nasand, rojnamevanê Iraqî Stephen Nebil dibêje ku  ev destpêkeke nû ye û Iraq û komên wê dê rastî cezayên tundtir bên.

Nebil nivîsand: "Ev pêngava Amerîkayê ne wekî berê ye. Berê, tenê Wezareta Xezîneyê koman ceza dikir, lê niha Wezareta Derve ya Amerîkayê jî wisa dike."

Herwaha amaje bi wê jî dike: "Rewş dê xirabtir bibe û ev kom dê di nav saziyên darayî û ewlehiyê yên Iraqê de rastî ceza û zextên girantir werin, ku ev cezayek zêdetir e ji bo marjînalîzekirin û kêmkirina şiyanên wan di saziyên dewletê de."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Çarşemê got ku Wezareta Derve çar komên milîs ên Iraqî yên nêzîkî Îranê wekî rêxistinên terorîst destnîşan kiriye: (Ketîbeya Seîd Elşuheda, Tevgera Nuceba, Tevgera Ensarulah a Ewfiya û Ketîbeya Îmam Elî)

 

Basnews

Top