Serokê Saziya Aşûriyan ji bo Dadweriyê Sam Dermo ragihand, Herêma Kurdistanê roleke girîng di parastina pêkhateya Aşûrî de lîstiye, bi taybetî piştî sala 2003an ku hejmara wan li deverên din ên Iraqê bi awayekî berçav kêm bûye. Dermo destnîşan kir ku Herê
Kompanyaya kirîn û firotin ango bazirganiya petrolê SOMO ragehand: Hemû peyman û pêbendiyên li gel kompanya kiryarê petrola berhemhatiya Kurdistanê geheştiye encamê. Herwaha amaje bi wê yekê kir ku hinardekirina petrola Kurdistanê, navûbangê Iraqê dê bîne asta wek çavkaniyekî serekî ya petrola bazara tênî ya Ewropayê.
Îro 16.09.2025ê rêveberê SOMO Nizar Şetrî ragehand: ‘’Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên veberhênana petrolê pêwîstiya wan bi temamkirina mekanîzmaya cîhbicîh kirina yasayê heye û vî alî de lihevtêgeheştinekî baş heye û hewldan berdewam dikin ji bo geheştina peymana dawiyê, ji bo ku petrola Kurdistanê bê hinardekirin û bigehe bendera Ceyhan a Tirkiyê.’’
Herwaha dibêje: ‘’Naha petrola xaw a Herêma Kurdistanê nayê hinardekirin, ji ber ku li navxweyî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn, naha li gor yasaya sala 2025ê emê kar bikin, ji bo ku ew petrola zêde ya piştî bikaranînê, bê hinardekirin.
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku; ‘’Hinardekirina petrola Kurdistanê naha dê bazara Ewropayê jî tejî bike, bi taybet pirsgirêk di navbera Rûsyayê û Ewropayê de heye.’’
Rudaw
