Hekar Axa Mezûrî: Gelên cîhanê bi Kurdan û pêkhateya Herêma Kurdistanê serbilind in
Çalakvanekî siyasî li Hewlêrê dibêje ku baweriya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bi aştî, jiyana hevbeş û biratiyê jiyan dike û ew bûye sedem cîhan bi Kurdan serbilind be. Her wiha bang li ciwanên Kurd kir ku bi neteweya xwe serbilind bin.
Demeke şand ji welatan demek dirêj e tên Herêma Kurdistanê û piştgiriyê didin projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêzgirtina gelê Kurd ji bo civakên cûda û herêma me wekî mînakek herêmeke aram û seqamgîr bi nav dikin.
Di vî warî de çalakvanê siyasî li Hewlêrê Hekar Axa Mezûrî ji BasNewsê re ragehand; bi salan e rayedarên Iraqê hewl didin gelê Kurd û Kurdan wekî çavkaniya pirsgirêkên li Iraq û herêmê nîşan bidin. Herwaha xelkê Iraqê wisa têgehandibûn ku Herêma Kurdistanê bargiraniyê li ser Iraqê çêdike, lê hemû hewldan vala derketin û xelk baş têgeheşt ku Herêma Kurdistanê û Kurd ne tenê bargiranî nîn in li ser Iraqê û herwaha gef û metirsî nînin ji bo seqamgiriya Iraqê heta eger navçeyekî aram li Iraqê hebe ew jî Kurdistan e.’’
Herwaha diyar kir: "Ew Kurdistan bû ku dema êrîş li ser wan hat kirin, Erebên Şîe re hembêza xwe vekir û ew parastin. Piraniya serokên wan ên niha goştê milê wan xêra nanê gelê gelê Kurdistanê ye. Herwaha dema erebên Sunne ketin belayê, her dîsa Herêma Kurdistanê himbêza xwe ji wan re vekir. Bi dehan sale jî take penageha ji bo pêkhateya Xirîstiyan li Iraqê Herêma Kurdistanê ye. Wê demê Herêma Kurdistanê ne ku bargiraniye, berovajî wê kî belayek hate serê wan cîhê penageha wan e.
Çalakvanê ji Hewlêrê diyar kir: "Gelê Kurd gelekî aştîxwaze, gelekî baweriya wî bi danûstanê heye ji bo daxwaza mafên xwe kirinê, lê ti demekî jî dest ji mafên xwe bernade, tawîzê nade.. Aliyê Iraqî fêm kiriye ku ew qet nikare bi wan kartên li hember gelê Kurd bikartîne bindest bike. Wan hin kes li hundirê Kurdistanê kirê kirine da ku hewl bidin hestên neteweyî yên gelê Kurd qels bikin, lê ew di vê hewldanê de têk çûn û tenê kirêgirtiyên wan şermezartir bûne."
Herwaha diyar kir: "Niha mirov li çaraliyê cîhanê bi Herêma Kurdistanê serbilind in, divê ciwanên me ji kesên ku ruhê xwe biçûk dîtinê dûr bisekinin û bi netewe û herêma xwe serbilind bin û bizanin ku tenê garantiya mayîna me hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz e."
Basnews
