'Hêzên Tirkiyeyê ji Efrînê venekişiyane'
Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re eşkere kir ku berevajî daxuyaniyên berê, hêzên artêşa Tirkiyeyê heta roja duşemê ji navenda bajarê Efrînê venekişiyane.
Li gorî heman çavkaniyê, hêzên Tirkiyeyê heta niha jî li nav her du dibistanên Ezhar Efrîn û Fêsel Qedûr ên li navenda bajêr bi cih bûne û baregehên xwe vala nekirine.
Çavkaniya taybet a Rûdawê da zanîn ku ji ber vê rewşa nezelal û amadekariyên leşkerî, tirs û dilgiranî li nav xelkê bajarê Efrînê belav bûye.
Hate gotin ku ev cara yekem e deriyên navendên Parastina Sivîlan li bajêr vekirî ne ku ev yek wekî amadekariyekê ji bo rewşeke awarte tê dîtin.
Ev agahî di demekê de tên ku berê Ragihandina Birêvebiriya Efrînê ya hikûmeta Sûriyeyê ve ji Rûdawê re ragihandibû ku hêzên Tirkiyeyê di çend qonaxan de ji tevahiya navendên ewlehiyê yên herêma Efrînê derketine û ew baregeh radestî Birêvebiriya Efrînê kirine.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Rudaw
