• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwazî li hejmarek kesayetiyên Aşûrî yên niştecîhên Amerîkayê kir

Gulan Media September 15, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê pêşwazî li hejmarek kesayetiyên Aşûrî yên niştecîhên Amerîkayê kir

 Îro 15.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mesrûr Barzanî pêşwazî li hejmarek kesayetiyên Aşûrî yên niştecîhên Amerîkayê ku bi serokatiya Serokê Saziya Aşûrî ya Edaletê Sam Dermo kir.

Di hevdîtinê de şandeya mêvan pesnên rewşa pêkvejiyana aştiyane û azadiya li Herêma Kurdistanê dan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî teqezî li pêbendiya Hikûmeta Herêmê ya ji bo parastina mafên giştî yên pêkhateyan û pêşxistina zêdetir a çanda pêkvejiyan û azadiya olî li Herêma Kurdistanê kir.

 

Basnews

Top