• Friday, 06 February 2026
logo

Berpirsê lijneya navçeya Xurmatû yê PDKê: Yek ji kesên ku gule berdaye binkeyê PDKê karmendeke ewlehiyê yê YNKê ye

Gulan Media September 14, 2025 Nûçe
Berpirsê lijneya navçeya Xurmatû yê PDKê: Yek ji kesên ku gule berdaye binkeyê PDKê karmendeke ewlehiyê yê YNKê ye

Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Xurmatû amaje bi wê yekê dike ku 3 kes hatine girtin ku binkeyê PDKê yê li Xurmatûyê gulebaran kirine û yek ji wan karmendeke ewlehiyê yê YNKê ye.

Îro 14.09.2025ê berpirsê lijneya navçeya PDKê yê Xurmatûyê Îsmaîl Delo ji BasNewsê re ragehand: ‘’3 kes hatine girtin ku demjimêr 11:08ê şeva borî gule li binkeyê lijneya navçeya PDKê berdan û ew kesane ji aliyê polîs û îstixbarata Iraqê ve hatine girtin û ew kesane tên nasîn û em mafê xwe efû nakin û yek ji wan ji asayîşa YNKê

Herwaha got: ‘’Ew otomobîl bi taybet ji bo guleberdana li binkeyê PDKê hatiye û rasterast gule lê rêşandine û em wan kesane baş dinasin û hemû raboriya wan jî em dizanin, armanca me berjewendiya gelê kurd û Kurdistanê ye, lê hin kes hene nîgeranin bi wegera PDKê bo Xurmatû, ji ber xwedî girseyekî zêde ye li navçeyê û hemûyan jî berê xwe daye binkeyê PDKê yê li navçeyê.

 

Basnews

Top