Elî Larîcanî ji welatên Erebî re: Îsraîl dixwaze we ji nav bibe
Roja duşemê, Komkara Erebî dê civînek ne yasayî û awarte li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê li dar bixe.
Beriya wê jî, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî peyamek ji van welatan re şandiye û dibêje: "Heke hûn nikarin ji bo Xezeyê tiştekî bikin, herî kêm xwe ji wêrankirinê biparêzin û odeyeke operasyonan biafirînin da ku bi Îsraîlê re rûbirû bibin, ji ber ku Îsraîl dê we wêran bike."
Basnews
