• Friday, 06 February 2026
logo

Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî êrîşa li ser Qeterê şermezar kir

Gulan Media September 13, 2025 Nûçe
Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî êrîşa li ser Qeterê şermezar kir

 Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî êrîşa li ser Qeterê şermezar kir û tekez li ser kêmkirina aloziyan kir.

Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî di ragihandinekê de, ku ji hêla Brîtanya û Fransayê ve hatibû amadekirin û tevaya endamên wê encûmenê îmze kiriye, êrîşa li ser Dohaya paytexta Qeterê şermezar kir, bêyî ku navê Îsraîlê bîne.

Encûmena navbirî piştgiriya xwe ji bo serweriya axa Qeterê piştrast kir, tekez li ser kêmkirina nexweşî û aloziyan kir û herwesa daxwaza berdana hemî rehîneyan û bidawîanîna şerê Xezzeyê jî kir.

Îsraîlê li roja 9ê vê mehê civîneke serkirdeyên Hamasê li Dohaya paytexta Qeterê bombebaran kir û şeş kes kuştin.

 

K24

Top