• Friday, 06 February 2026
logo

Parlamenterekî Iraqî: Wezareta Darayî ya Iraqê sedema krîza mûçeyan e

Gulan Media September 13, 2025 Nûçe
Parlamenterekî Iraqî: Wezareta Darayî ya Iraqê sedema krîza mûçeyan e

 Endamê Parlamentoya Iraqê Mistefa Gerawî ragehand ku sedema derengketina dayîna mûçeyên vê dawiyê yên milnişîn û teqawidbûyan Wezareta Darayî ye û got ku fona teqawidbûnê, ku di sala 2006an de hatiye damezrandin û di sala 2008an de dest bi xebatê kiriye, niha tenê %30ê mûçeyan dabîn dike.

Mistefa Gerawî di bernameyeke televîzyonê de got, "Xezîneya dewletê rezervên stratejîk ên pêwîst tune ne," lê tekez kir ku heta dawiya vê salê mûçe hatine dabîn kirin û got ku hikûmet "krîza pareyê neqd qebûl nake" tevî kêmasiya 19 trîlyon dînar.

Herwaha rexne li "nebûna planên aborî û berdewamiya girêdayîbûna bi petrolê wekî çavkaniyek sereke" girt û hişyar kir ku "qonaxa pêş dê dijwar be û ji bo çêkirina çareseriyek stratejîk hişmendiya siyasî hewce dike.

Li ser mijara hilbijartinan jî got: "Pêvajoya naha ya serdest 'pereyê siyasî' ye û bernameyek rastîn tune ye û rave kir ku krîz "bi her demsala hilbijartinê tên çêkirin û bazarê ji bo xwe  germ dikin.’’

 

Basnews

Top