Trump gefê li Rûsyayê dixwe û dibêje: Êdî sebra min li hember Putîn xilas dibe
Serokê Amerîkayê gefa ku ew ê cezayên tund li ser Rûsyayê ferz bike xwar, û radigehîne ku ew aramiya xwe li hember Vladimir Putin winda dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê di hevpeyvîneke li gel FoxNewsê ragehand ku êdî aramiya wî li hember Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nemaye.
Serokê Amerîkayê dibêje ku li ser şerê Rûsyayê eger heye ku cezayên tund li ser Rûsyayê de bisepîne, lê pêwîstî jî zanî ku Kîev li hev bikin.
Dema ku ji wî hat pirsîn ka gelo redkirina Rûsyayê ya bidawîkirina pevçûnê ceribandinek ji bo aramiya wî ye, got: “Êdî ew aramî ango sebira wî nemaye û bi lez jî namîne.”
Trump tekez kir ku divê her du alî (Rûsya û Ukrayna) di gihîştina çareseriyek ku şer bi dawî dike de beşdar bibin.
Her di wê derbara Rûsya û Ukraynayê de bi ecêbmayî jî got, "Ecêb e ku dema Putin dixwest bigihîje rêkeftinekê, Zelensky nexwest. Vê carê Zelensky dixwest, Putin nexwest.”
Serokê Amerîkayê got, "Niha ku Zelensky dixwaze bigehêje rêkeftinê lê dibêje: “Ev di demekê de ye ku nîşanek pirsê li ser Putin heye, ji ber vê yekê em ê neçar bimînin ku tedbîrên pir tund bigirin."
Basnews
