Amerîkayê lambeya kesk ji bo Îsraîlê pêxistiye ku êrîşî Iraqê bike
Parlamenterekî Iraqî hişyarî da ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lambeya kesk ji bo Îsraîlê pêxistiye ku êrîşî Iraqê bike.
Parlamenterê Iraqê Arif Hemamî ji Baxdad El-Yewm re ragehand: "Xuya dike ku Îsraîl dê li Iraqê bide. Îsraîl ji ber çend sedeman dikare êrîşî Iraqê bike. Rojhilata Navîn di guhertinan re derbas dibe û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lambeya kesk ji bo Îsraîlê pêxistiye ku êrîşî hin welatên erebî bike, ku herî dawiyê jî êrîşî Qeterê kir."
Herwaha got: "Îsraîl qanûna navneteweyî nas nake û ji welatên rojavayî piştgiriyek bêdawî heye, ku ev yek metirsîdar e."
Navborî ragehand: "Armanckirina Qeterê ji aliyê Îsraîlê ve di demekê de tê ku Qeter nêzîkî Waşingtonê ye û ji aliyê din ve Îsraîl bê ku guhbide tiştekî Qeter bombebaran kir."
Arif Hemamî got: "Iraq derveyî wan welatên ku Îsraîl dixwaze êrîşî wan bike nîne û divê em hemî hewldana xeternak a ku Îsraîl dixwaze bi van kiryaran kaosê çêbike bibînin."
Basnews
