Rojnameya El-Erebiye El-Cedîd: Milîsên Rayan Kildanî ji niha ve zextê li xelkê dikin ku dengê xwe bidin wan
Rojnameyekî erebî radigehîn ku Fermandarê Milîsên Babilyon a ser bi Heşdî Şeibî Rayan Kaldanî, fêm kir ku di nav Xiristiyanan de populerbûn tune ye, ji ber vê yekê dest bi zextê kir û şervanên milîsên xwe neçar kir ku her yek ji wan 10 heta 25 kartên dengdanê ji bo wan bîne.
Li gorî raporekê (El-Erebî El-Cedîd), milîsan ji niha ve dest bi hewldanên xwe yên ji bo sextekarî kirina hilbijartinan kirine, di vê çarçoveyê de, milîsên Babilyon ên girêdayî milîsên Heşdî Şeibî, kampanyayek berfireh dane destpêkirin.
Vê derbarê de çalakvanê Xirîstiyan Luey Silêwa, ku ji tirsa gefên milîsan Nînowa terikandiye û li Hewlêrê dijî, ji rojnameyê re got ku milîsên Rayan Kildanî heşt sal in deverên Xiristiyan li Nînowa kontrol dikin û dest danîne ser navçeyên pêkhateyên Xirîstiyan ên li sînorê Nînowa. Wan milîsan peywendiyên xwe yên li gel milîsên Bexdayê sûd jê wergirtine ji bo ku dest li ser kursiyên kota yên Xirîstiyanan de bigrin. Herwaha dest danîne ser yekane wezareta ku ji bo civaka Xiristiyan hatiye veqetandin, ku ew jî Wezareta Koçberî û Penaberan a Iraqê ye.
Herwaha diyar kir ku milîsên Babîlyon di bin gefa birîna mûçe de hiştine û hemû çekdarên Lîwaya 50emîn a Heşdî Şeibî (lîwayek taybet a milîsan) neçar kirine ku ji bo sextekarî kirina hilbijartinan 10 heta 25 kartên dengdanê bînin.
Herwaha dibêje, heman milîs, ji ber ku saziyên Deşta Nînowayê kontrol kirine, zextê li fermanberan dikin ku di hilbijartinên parlementoyê yên bê de dengê xwe bidin namzedê milîsan.
Çalakvanê Xiristiyan bawer dike ku "beşdarbûna civaka Xiristiyan di hilbijartinên parlementoyê yên Iraqê yên bê de bêkêr be, ji ber ku encam dê wekî hilbijartinên berê be û nûnerê rastîn ê civakê dê nekeve parlementoyê. Ji ber ku Reyan Kildanî bi çek, pare û gefxwarina îdarî ve nûnerê xwe bişîne."
Ji aliyê din ve parêzer û çalakvana siyasî Yohanna Yousef ji rojnameya erebî re got ku îhtîmal e ku ji sedî 80 zêdetir dengdêrên Xiristiyan beşdarî hilbijartinan nebin, tevî ku milîsên Babîlyon bi zorê deverên Xiristiyan ên Deşta Nînowayê girtine.
Çalakvan bawer dike ku civaka Xiristiyan sê vebijark hene da ku vê marjînalîzebûna siyasî derbas bike:
Ya yekem, bi tevahî boykotkirina hilbijartinan.
Ya duyemîn, qanûna ji bo kursiya kota de guhertin bên kirin û beşdariya pratîkî û rastîn a Xiristiyanan bi rêya destûrdayîna ku tenê Xiristiyan bi rêya qeyda xwe deng bidin ji bo kursiya dawî ya Xiristiyanan garantî bikin.
Ya sêyemîn, pergala kota betal bikin da ku Xiristiyan bikaribin ji bo kursiyan pêşbaziyê bikin û mîna her kesê din li Iraqê di parlamentoyê de werin temsîlkirin.
Çalakvan bawer dike ku xwestek heye ku pêşî li Xiristiyanan bigirin ku mafên xwe li Iraqê bi dest bixin.
Basnews
