• Saturday, 07 February 2026
logo

Îloneke tirsnak... Piştî vekişîna Amerîkayê, tirsa ji berfirehbûna milîsan û vegera DAIŞê heye

Gulan Media September 11, 2025 Nûçe
Îloneke tirsnak... Piştî vekişîna Amerîkayê, tirsa ji berfirehbûna milîsan û vegera DAIŞê heye

Li gorî siyasetmedar û rêberên şîe, tirsa ji "berfirehbûna milîsan" li Iraqê piştî vekişîna Amerîkayê ya nêzîk bi tirsa vegera DAIŞê re heye û tirs heye wek havîna sala 2014ê lê bê.

Rojnameya El-Madî îro 10.09.2025ê ragihand ku tê payîn leşkerên Amerîkî heta dawiya Îlonê ji navçeyên navend û rojavayê Iraqê vekişin, ku ew jî îhtîmala şerekî nû li herêmê re derdixe pêş.

Parlamenterê berê yê Iraqê û yek ji rêveberên siyasî Mîsal Alûsî dibêje: "Vekişîna leşkerên Amerîkî dê rê li milîsên Îranî re veke. Herwaha amaje bi wê yekê jî dike ku Waşîngton hemû grubên çekdar ên Iraqê (Derveyî Çarçoveya Leşkerî û Ewlehiyê yên Fermî) wan wek xwedî peywendiya li gel Tehranê pênase dike.’’

Alûsî di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo her kesê ku li Iraqê desthilatdar e, xeyal bike ku Dewletên Yekbûyî dê vekişe, bêaqil û gêj e. Iraq ji bo Waşington welatekî stratejîk e, li benda hevkêşeyek siyasî ya nû ye ku berjewendiyên Iraqê temsîl dike, ne berjewendiyên welatên din,"

Di destpêka Îlonê de, Waşington dest bi lezandina vekişîna xwe ji Eyn El-Esed li rojavayê Enbarê û ji Victoria li Bexdayê ber bi kampên li Hewlêrê ve kir.

 

Basnews

Top