• Friday, 06 February 2026
logo

Şaxewan Ebdulah: Piştî 11 salan, me pirsgirêka mafên darayî yên cotkarên li Şingal û derdora wê çareser kir

Gulan Media September 11, 2025 Nûçe
Şaxewan Ebdulah: Piştî 11 salan, me pirsgirêka mafên darayî yên cotkarên li Şingal û derdora wê çareser kir

 Piştî 11 salan çêbûna pirsgirêka ji bo dayîna mafên cotkarên Şingal û derdora wê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragehand ku ji Hezîrana 2014an vir ve ji ber şaşiya dezgeheke ewlehiyê, mafên cotkarên Şingal û derdora wê nehatine dayîn û îro dawî bi wê pirsgirêkê anî û niha cotkar dikarin mafên xwe werbigrin.

Şaxewan Ebdulah, Cîgirê Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê, îro 10.09.2025, li ser çareserkirina pirsgirêka mafên cotkarên Şingal û derdora wê ragehand: “Mixabin ji ber şaşiya yek ji dezgehên ewlehiyê, mafên cotkarên Şingal û ew navçeyên ku di meha 6 a 2014’an de neketibûn destê DAIŞê, heta niha nehatine dayîn.”

Cîgirê Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê, civînek bi beşdariya serokê Buroya Çavdêriya Darayî, Wezareta Çandiniyê, Sekreteriya Encumena Wezîran, Saziya Ewlekariya Neteweyî û çend parlamenteran, civînek pêk anî û dawî bi pirsgirêka dayîna mafên darayî yên cotkarên Şingal û derdora wê hat dayîn

Şaxewan Ebdulah dibêje, "Cotkarên li herêmê mafên xwe yên darayî werdigirin, mîna cotkarên Herêma Kurdistanê, çawa ku me karî mafên wan ên 2014, 2015 û 2016an bo wan werbigirin, ev pirsgirêk îro bi dawî bû.”

 

Basnews

Top