• Saturday, 07 February 2026
logo

Piştgirê Trump Charlie Kirk hat kuştin

Gulan Media September 11, 2025 Nûçe
Piştgirê Trump Charlie Kirk hat kuştin

Aktîvîstê kevneperest û damezrînerê Turning Point USA (TPUSA) Charlie Kirk di çalakiyeke li Zanîngeha Utah Valleyê de hat kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ev nûçe piştrast kir.

Kirk dema ku li derve di konekî de ji xwendekaran re diaxivî, guleyek li stûyê wî ket.

Zanîngehê ragihand ku Kirk piştî bûyerê ji aliyê tîma xwe ya ewlehiyê ve ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin lê paşê hat piştrastkirin ku jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî xemgîniya xwe anî ziman û got:

"Charlie Kirk ê Mezin û efsanewî, miriye. Kesî wekî Charlie dilê ciwanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê fêm nedikir."

Li gorî şahidan, Kirk di dema bûyerê de li ser pirseke derbarê komkujiyan diaxivî.

Berdevkekî zanîngehê ji New York Timesê re gotiye ku gule ji avahiyeke bi qasî 200 metreyan dûr hatiye teqandin.

FBIyê ragihand ku ew ji nêz ve bûyerê dişopînin û tîmên wan li cihê bûyerê ne.

Zanîngehê diyar kir ku kesê ku wek gumanbar hatibû desteserkirin, paşê hatiye berdan û heta niha ti gumanbar nehatiye girtin.

 

Rudaw

Top