• Friday, 06 February 2026
logo

Li Enqereyê erdhej çêbû

Gulan Media September 11, 2025 Nûçe
Li Enqereyê erdhej çêbû

Li navçeya Kalecîkê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê erdhejeke  bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Kalecîkê ya Enqereyê erdhej çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:24an çêbûye û hêza wê 4,1 pile ye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 11,08 kîlometre ye.

Li aliyê din, derbarê hebûn an nebûna zererên erdhejê de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.

 

Rudaw

Top