Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê ji malbat û kesûkar û hevalên Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê re şand.
Îro 10.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de dibêje: ‘’Serxweşiyê li malbat û meriv û hevalên birêz xwedê jê razî Cîgirê Serokê Partiya zehmetkêşên Kurdistanê û Wezîrê berê yê Herêma Kurdistanê yê karûbarên parlamentoyê Seed Xalîd dikim û şirîkê xemên wan im.’’
Serokê Hikûmetê dibêje: ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheştê şadi bike û aramî û sebrê bide malbat û dost û hevalên wî.’’
