Parêzerek: Milîsên ku jina Îsraîlî li Bexdayê revandine, ji hikûmeta Iraqê pere û çekan werdigirin
Zêdetirî du sal û nîv piştî revandina wê, milîsên ku jina Îsraîlî revandine, di bin zexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gefên êrîşê de neçar man ku wê berdin. Parêzerek jî dibêje li hember wê milîs pere û çekan ji hikûmeta federal werdigirin.
Elîzabet Çorkov, lêkolînereke Îsraîlî ya xwedî hemwelatiya Rûsyayê û dayîkbûya sala 1986ê ya li bajarê St.Petersburg a Rûsyayê, herwaha xwedî bawernameya doktorayê di warê Rojhilata Navîn de ye li zanîngeha Brîngston a Amerîkayê ye û di 21ê Adara 2023an de li taxa Kerade ya Bexdayê hat revandin û du sal piştî wê Serokê Amerîkayê Donald Trump azadkirina wê ragehand.
Ajansa nûçeyan a El-Ayn El Ixbariye ya Îmaratê ango Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî got ku jina Îsraîlî piştî rêkeftineke siyasî û ewlehiyê hat berdan, lê sedema sereke ya berdanê ew bû ku milîsan dizanibûn ku Îsraîl li ber êrîşê ye li ser çeperên wan, ji ber vê yekê wan lez kirin ku Çorkov berdin.
Li gor zanyariyên berê hatibûn belav kirin, milîsên Hizbullaha Iraqê bi revandina wê lêkolînerê hatibû tawanbarkirin, lê bi awayekî fermî wê hêza milîs ew yek qebûl nekiribû.
Di vê derbarê de, parêzer Bextewer Sepan ji BasNewsê re got: "Guman tune ku wan milîsan ew jina lêkolîner ji du salan zêdetir revandine. Ew milîs hêzeke milîsên ser bi Heşdî Şeibî ne û ewlekariyeke xurt hebû ji bo ti kesek cîhê nizanibe, eger na nepêkane du sal û nîvan zêdetir jineke lêkolînvana Îsraîlê bê revandin û di nav bajarê Bexdayê de bê veşartin û ti kes jî cîhê wê nizanibe.’’
Herwaha got: "Hemû milîsên Heşdî Şeibî, tevî ya ku lêkolîner revandiye, ji hikûmeta federal a Iraqê gelek mûçe, pere, çek û piştgiriya darayî werdigirin, lê li şûna ku karê qanûnî bikin, ew diçin di cîha karê yasayî de dronan wek Hizbullaha Lubnan û Hemas û grubên din ên xelkê direvînin dikin. Ev jî nîşan dide ku Hikûmeta Federal bi awayekî nerasterast piştgiriyê dide milîsên ku mirovan direvînin, ji ber vê yekê di asta navnetewî de bandorek mezin li ser Iraqê dike. Ji bo hikûmeta federal çêtir e ku alîkariya xwe ya ji bo milîsan tavilê rawestîne."
Ew parêzere dibêje, Erebên Şîe îdîa dikin ku milîs beşek ji hêzên ewlehiyê yên fermî yên Iraqê ne, lê gelo qanûnek heye ku destûrê dide hêzek dewletê ku mirovan birevîne û mîna terorîst û çete tevbigerin?
Bextewer Sepan got: "Rewşa herêmê her ku diçe aloztir dibe, mixabin, milîsên Heşdî Şeibî jî tevgerên qirêjtir nîşan didin, ji ber vê yekê dibe ku êvarekê mîna êrîşa li ser Hamasê li Qeterê, milîsên Heşdî Şeibî jî bi gelek aliyan ve rastî êrîşê werin. Aboriya Iraqê dê hilweşe û tevahiya gel dê zirarê bibîne."
Rudaw
