• Friday, 06 February 2026
logo

Partiya Çaksazîya Tirkmen: Nexşandina tabloya Pêşmerge li Parîsê destkeftiyek mezin a manewî ye

Gulan Media September 10, 2025 Nûçe
Partiya Çaksazîya Tirkmen: Nexşandina tabloya Pêşmerge li Parîsê destkeftiyek mezin a manewî ye

 Partiya Çaksazîya Tirkmen vekirina kolana Pêşmerge li Parîsê wekî destkeftiyek mezin bi nav kir û got ku Serok Barzani sembola pêkvejiyanê ye û di gotara li Parîsê de behsa pêbendiya pêkvejiyana pêkhateyan kir.

Partiya Çaksazîya Tirkmenî di daxuyaniyekê de got: "Vekirina kolana Pêşmerge li Parîsê, bi amadebûna Serok û Pêşmergeyê Kurdistanê Serok Mesûd Barzani, navê Pêşmerge wekî cengaverekî azadiyê û mînakek bilind a wêrekî, berxwedan û fedakariyê bi cîhanê hat naskirin. Tekoşîn û xwîna Pêşmergeyên qehreman, Kurdistan wek netewî û gel parast û bi wêrekî rûbirûyê dijminên gelê Kurdistanê bû û di hemû qonaxên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de jî ew wisa bûye û di şerê dijî terorîstên DAIŞê de li cîha hemû cîhanê Pêşmerge şer kir û efsaneya DAIŞê têkbir. Amadebûna serok Barzanî di merasîmekî waha de ji bo meziniya navê Pêşmerge û xebata bê westan û qurbanîdana bêhejmar a Pêşmerge ve girêdayî ye.’’

Herwaha tê ragehandin: "Serok Barzani di gotara xwe de li ser pêkvejiyaneke aştiyane û civakên cûda yên Herêma Kurdistanê axivî. Bê guman, axaftina li ser vê mijarê di bûyerek wusa girîng de pêbendbûna Herêma Kurdistanê bi prensîbên pêkvejiyaneke aştiyane di navbera civakan de tekez dike. Serok Barzanî hemû demekî de di çeperê berevaniyê de bûye ji bo parastin û tekûz kirina mafên hemû pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê û berdewam kar li ser tekûzkirina pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan kiriye û behsa beşdariya wan a di hemû rêveberî û proseya siyasî de kiriye.’’

Partiya Çaksaziya Tirkmen ragehand: "Tabloya Pêşmerge li Parîsê destkeftiyek mezin a neteweyî ye, ku berxwedan û têkoşîna Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan dide, serbilindiyek mezin e ji bo her Kurdekî. Ji îro û pê de navê Pêşmerge roleke giring û mezin a navnetewî ji doza rewa ya gelê Kurdistanê re ava kiriye. Xebat û qurbanîdan û xwîna Pêşmerge bûye sembola azadî û tekoşînê. Pêşmerge xebata gelekî ku bi dirêjayiya dîroka rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de ji bo azadî û serxwebûnê de bûye pênase.’’

 

Basnews

Top