• Friday, 06 February 2026
logo

Ehmed Kanî: Mesrûr Barzanî projeyên wî yên mezintir û girîngtir hene ji bo xizmetkirina gel, ji ber wê jî bo pêkanîna kabîneya dehem bi kelecan e

Gulan Media September 10, 2025 Nûçe
Ehmed Kanî: Mesrûr Barzanî projeyên wî yên mezintir û girîngtir hene ji bo xizmetkirina gel, ji ber wê jî bo pêkanîna kabîneya dehem bi kelecan e

 Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) dibêje ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hewldana partiyan de ji bo gihîştina rêkeftinek baş ji bo avakirina hikûmetê roleke girîng lîstiye û niha jî bi kelecane ku kabîneya dehemîn ava bike. Ji ber ku projeya wî ya pir girîng û mezintir heye bo gelê Kurdistanê.

Îro roja sêşemê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema vekirina şeşemîn pêşangeha navneteweyî û veberhênana avahiyan li Hewlêrê de ragehand:  “Ji hilbijartinên dawî ve em amade ne ku hikûmetê ava bikin, lê divê hevkarên me yên din amade bin. Kengê ew amade bin, bi îzna Xwedê em ê hikûmetê ava bikin."

Ehmed Kanî, endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP), ji BasNewsê re ragehand: "Serokwezîr ji bo avakirina kabîneya dehemîn pir bi dilxwaze, ji ber ku di kabîneya nehem de projeyên pir girîng û stratejîk ên xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir û niha rojên wî yên girîngtir û mezintir hene bo xizmetkirina gelê Kurdistanê. Me Projeya Ronakî, projeyên ava awarte, Hejmara Min, projeyên rêyan, çêkirina bendavan û hinardekirina berhemên navxweyî bo derve dît. Li seranserê Kurdistanê, projeyên xizmetguzariyê qonaxek pir baş derbas kirine û hindik maye. Vaye Projeya (Hejmara Min) re dijayetî pir zêde bû, lê bi biryardarî û israra wî birêzî, proje bi ser ket, ku xizmeta karmendên mûçegir û rêya aborî dike û encam dê di pêşerojê de baş bin."

Herwaha got, "Derbarê pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Hewlerê hemû erkên xwe bi cîh aniye, lê mixabin ji aliyê Bexdayê ve astengî hatine afirandin. Niha jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa asoya çareseriya pêywendiyên xwe kiriye, di bernameya Serokwezîr de projeyên girîngtir û mezintir hene bo xizmeta xelkê, hez dike ku kabîneya dehem zû pêk bê bo ku ew bernameya xwe cîbicî bike û xelik jî li benda wê ye. Di bernameya yekem a kabîneya nehem de ku dest bi kar bû, birêz Mesrûr Barzanî behsa wê kir.”

Herwaha aşkera jî kir: "Girîng e ku aliyê din derkeve pêş û pîvanên hilbijartinê bibin bingeh û rêz li encamên hilbijartinê bigirin û rewşa herêmê li ber çavan bigirin û avakirina hikûmetê bilezînin."

 

Basnews

 

Top