Îsraîlê careke din gefa bombebarankirinê li Qeterê xwar
Îsraîlê careke din gefa êrîşkirina ser Qeterê xwar û Balyozê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Yahiel Leiter ragehand: Êrîşkirina ser Dohayê ji aliyê Îsraîlê ve di cara yekem de eger armanc bi temamî nehatibe cîh, dê cara duyem de bê bicîhanîn.’’
Herwaha Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê diyar kir: "Trump dostekî baş ê Îsraîlê ye û helwesta me ya ji bo jiholêrakirina Hamasê heman e."
Duh 09.09.2025ê hêzên esmanî yên Îsraîlê êrîşî kombûn û civîneke şandeya bilind a danûstankar a Hemasê ya li Qeterê û di encamê de 5 endamên Hemasê hatin kuştin.
