• Sunday, 08 February 2026
logo

Îsraîlê careke din gefa bombebarankirinê li Qeterê xwar

Gulan Media September 10, 2025 Nûçe
Îsraîlê careke din gefa bombebarankirinê li Qeterê xwar

Îsraîlê careke din gefa êrîşkirina ser Qeterê xwar û Balyozê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Yahiel Leiter ragehand: Êrîşkirina ser Dohayê ji aliyê Îsraîlê ve di cara yekem de eger armanc bi temamî nehatibe cîh, dê cara duyem de bê bicîhanîn.’’

Herwaha Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê diyar kir: "Trump dostekî baş ê Îsraîlê ye û helwesta me ya ji bo jiholêrakirina Hamasê heman e."

Duh 09.09.2025ê  hêzên esmanî yên Îsraîlê êrîşî kombûn û civîneke şandeya bilind a danûstankar a Hemasê ya li Qeterê û di encamê de 5 endamên Hemasê hatin kuştin.

 

 

Top