• Friday, 06 February 2026
logo

Li Mûşê di şer û pevçûneke çekdarî de, serokê berê yê HDPê yê navçeyê hat kuştin

Gulan Media September 10, 2025 Nûçe
Li Mûşê di şer û pevçûneke çekdarî de, serokê berê yê HDPê yê navçeyê hat kuştin

Li navçeya Kop a ser bi parêzgeha Mûş a Bakurê Kurdistanê, di şerê çekdarî yê di navbera du koman de, Serokê HDPê yê berê yê Navçeya Kopê Derar Koca û Şeref Arslan hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Di şerê çekdarî yê ku li navçeya Kop a Mûşê derket de, Serokê HDPê yê berê yê Navçeya Kopê Derar Koca yê 61 salî û Şeref Arslan ê 47 salî hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, di şer de çek hatin bikaranîn û bûyer li navenda navçeya Kopê li ser nîqaşek di navbera du koman de pêkhat û zû veguherî şerê çekdarî. Demên ku alîyan gule li hev berdan bi kameraya telefona hatine tomar kirin. Di dîmenan de rêze gulebaran tê dîtin, ku ev yek li herêmê bûye sedema panîkek berfireh.

Di şer de du kes hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn. Birîndar ji hêla tîmên bijîşkî ve rakirin nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Basnews

Top